Di êrişên hewayî yên Amerîkayê de serçeteyên DAIŞʹê û El Qaîdeyê hatin kuştin

CENTCOMʹê ragihand ku 2 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 37 çeteyên DAIŞʹê, Huras El Dîn û rêxistina El Qaîde hatine kuştin. Li gorî datayan ew êriş li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî pêk hatine.

Di êrişên hewayî yên Amerîkayê de serçeteyên DAIŞʹê û El Qaîdeyê hatin kuştin
29 îlon, 2024   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Sûriyeyê du êrişên hewayî pêk anîne.

CENTCOMʹê daxuyand ku derbeyên hewayî beşek ji pabendbûna wan a berdewam bi hevkarên wan ên li herêmê re ye, da ku hewldanên terorîstan ên plankirin û pêkanîna êrişan li dijî sivîl û leşkerên Amerîka, hevalbendên wan têk bibin.

CENTCOMʹê diyar kir ku hêzên Amerîka di 24ʹê Îlonê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê yê dagirkirî de êrişeke hewayî pêk anî, di encamê de 9 çeteyên Huras El Dîn, di nav de serçeteyê wan bi navê Merwan Besam Ebdulreuf hatine kuştin.

Her wiha di daxuyaniya CENTECOMʹê de hat gotin Huras El Dîn rêxistineke girêdayî El Qaîdeyê ye ku baregeha wê li Sûriyeyê ye. planên wê yên cîhanî hene ku li dijî armancên Amerîka û rojavayiyan êrişan pêk bînin.

Her wiha di sibeha 16ʹê Îlonê de hêzên Amerîka êrişeke hewayî li dijî baregeha perwerdê ya DAIŞʹê li naverasta Sûriyeyê pêk anîbû, di encamê de 28 çeteyên DAIŞʹê di nav de 4 serçete hatibûn kuştin.

(fr)