Aloziyên iraqî beriya hilbijartinan rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rewşa Iraqê ya beriya hilbijartinên xwecihî, cudahiyên navbera Tirkiye û Îranê û acizbûna Rûsyayê ji Hemasê kir.

Aloziyên iraqî beriya hilbijartinan rojeva rojnameyên erebî ye
29 mijdar 2023   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Aloziyên Iraqê beriya hilbijartinên xwecihî′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de anî ziman ku bikaranîna hincetên qanûnî ji bo dûrxistina du endamên navdar ên malbata siyasî ya sunnî li Iraqê, berî hilbijartinên herêmî, rola aloziyên tund di navbera rêberên sunnî de venaşêre. Di nakokiyan de her tim aliyên sunnî alîkariyê ji partiyan dixwazin û komên Şîî ji aloziyan sûdê werdigirin.

CUDAHIYÊN DI NAVBERA TIRKIYE Û ÎRANÊ DE

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî vê mijarê behsa paşvekişîna serokê Îranê Îbrahîm Reîsî di kêliyên dawî de ji lûtkeya ku çavrê bû bi serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re duh li Enqereyê biciviya kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî destnîşan kir ku taloqkirina ji nişka ve ya serdanê bi sedema hewldana serokê Îranê ya zextkirina li Tirkiyeyê pêk hat, da ku helwesteke tund li dijî Îsraîlê bigire. Her wiha hate aşkerakirin ku Reîsî xwest ku dewleta Tirk zexteke zêde li Tirkiyeyê, ji ber dewama têkiliyên wê bi Îsraîlê re, bike.

ACIZBÛNA RÛSYAYÊ JI HEMASÊ

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê der barê helwesta Rûsyayê li hember rûdanên li Xezayê diyar kir ku berdana dîlgirtiyê Îsraîlî-Rûsî Ronnie Crevory ji hêla Hemasê ve dereng ma, bi taybet ji ber ku Moskovê pêşbîn dikir ku ew ê zû û yekser bihata berdan, ji ber ku têkiliyên wê bi Hemasê re baş in.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî, tiştê dûre ku hiştiye Moskovê zêde aciz bibe ew e ku Hemasê tu girîngî neda Rûsyayê ku di agirbesta leşkerî û girêbesta pevguherîna dîlgirtiyan de bibe navbeynkar.

(fr)