Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’
Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’
Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’
Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’
Ji ciwanan peyaman ’Armanca me azadiya Rêbertî ye’
15 hezîran 2024   03:05
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Sakîne Hemze diyar kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, li dijî pîvan û qanûnan in Sakine got, dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên berxwedanê bin.

Nîroz Seyd jî pergala îşkenceyê ku li Îmraliyê tê meşandin bi tundî şermezar kir û wiha got: " Çawa Rêberê me li hember tevahî cureyên qirkirinê û siyasetan li ber xwe dide, em jî li ser ramanên wî li ber xwe bidin ta ku azadiya wî mîsoger bikin."

Mîlad El Akûb jî anî ziman ku dê li hemberî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê armanc dike ku gelan, hebûn û dîroka me qir bike û tune bike. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelan re jêdera hêzê ye ku rêya ber azadiyê ve berdewam bikin. Bingeha azadiyê jî yekitî û hevgirtina gelan e."

El Akûb got, dê ji bo serxistina şoreşê, parastina destekftiyên şehîdan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Husam Hisên jî got, divê ramanên Rêber Abdullah Ocalan li her deverê were belavkirin û wiha axivî: "Wekî ciwanên şoreşger erka me parastin û belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. Bi taybetî divê em ramanên Rêbertî di nava ciwanan de belav bikin ku bingehê pêşxistina civakan e."

Di dawiyê de Hisên got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ye. Heta ev armanc pêk neyê em bêdeng namînin. Divê dijmin vê rastiyê nas bike û fêm bike."

(şx)

ANHA