Dewleta Tirk bejahiya Silêmaniyê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bi balafira bêmirov û biçek bombebaran kir.

Dewleta Tirk bejahiya Silêmaniyê bombebaran kir
14 hezîran 2024   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, îro saet 18.00’an balafira bê mirov  a bi çek a dewleta Tirk a dagirker devera Kelha Korê ya nêzîkî gundê Nizare ya li navçeya Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Hat zanîn ku di encama bombebaranê de agir bi deverê ket.