Çalakvanek ji Siwêdayê: Rejîma Baasê dê tu carî venegere

Çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê Mahir Ebû Letîf destnîşan kir ku serhildana gelê Siwêdayê derbasî her malekê bûye û got: "Ne mimkin e Partiya Baas û hêzên wê yên ewlehiyê careke din vegerin."

Çalakvanek ji Siwêdayê: Rejîma Baasê dê tu carî venegere
15 hezîran 2024   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Serhildana gelê Siwêdayê ya li dijî siyasetên hikumeta Şamê ku 300 roj berê dest pê kiribû dewam dike. Çalakvanan di xwepêşandanên ku 11'ê Hezîranê li qada Keramê ya bajarê Siwêdayê û bajarê Şehba hatibûn lidarxistin de careke din daxwazên xwe yên azadî û pêkanîna guhertina siyasî li welat anîn ziman.

 'ÊDÎ PARTIYA BAAS VENAGERE'

Çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê Mahir Ebû Letîf der barê xwepêşandanên li Siwêdayê de ji ajansa me re axivî.

"Serhildana derbasî tevahî malan, tevahî malbatan û tevahî rêxistinên bûye. Her wiha kete rojeva cîhanê û dewletên mezin" bi van gotinan Ebû Letîf xwepêşandanên li Siwêdayê nirxand. Ebû Letîf got, serhildan gihîştiye astekê ku êdî veger û destwerdana saziyên ewlehiyê yên partiya Baasê ne mumkin e.

Mahir Ebû li ser pêşketin û encamên serhildanê jî wiha axivî: "Em karekî şoreşgerî dimeşînin. Zêdetirî 12 kombûnên sendîqe û pêşeyî derketin holê ku xebateke baş bi rêxistin dikin, ji bo dîtineke siyasî ya girîng, rêziknme ku bibe peyman dixebitin. Her wiha ji bo avakirina pergaleke siyasî ku tevahî pêkhateyên nîştimanî di nav xwe de bihewîne, kar tê kirin. Têkiliyên me bi xelkê me yên ji tevahî herêmên Sûriyeyê re hene."

’ŞAM JI BO XIRABÎ Û DERXISTINA FITNEYAN DIXEBITE’

Çalakvanê siyasî Mahir Ebû Letîf têkildarî nûçeyên ’avakirina mecliseke leşkerî li Siwêdayê’ diyar kir ku li cem wî tu agahî têkildarî meclisê tune ne û wiha domand: "Rejîm bi armanca derxistina fitne û xirabiyê hewl dide ji zarokên hin malbatan hêzeke leşkerî ya xwecih ava bike. Ew malbat nûnertiya xwe dikin û xwedî rêça çetetiyê ne. "

Çalakvan Mahir Ebû Letîf da zanîn ku tevger gel a li Siwêdayê pêş de diçe da ku bibe urfeke siyasî, civakî û şoreşgerî. Ebû Letîf diyar kir ku peyama pêşîn a tevgerê aştî ye û dirûşma wê jî "Ol ji bo xweda ye, welat ji bo her kesî ye, gelê Sûriyeyê yek e" ye.

Mahir Ebû Letîf di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera li Siwêdayê bûye xaleke girîng û got: "Ev tevger  mîna pêşbaziyekê bû, pêvajoya destpêkê zehmet bû, demeke dirêj derbas bû, sûriyeyî alîkarî neda, lewma bû armanca tolhildana dezgehên ewlehiyê, bi rêya dorpêça jiyanî û aborî, bû mîna guleke li çolistanê ku nikare biharekê çêbike, lê belê bû sedema vegera jiyan û hêviyê di gewdê şoreşa Sûriyê de, piştî ku dihat gotin ew şoreş mir."

(mh/bb)

ANHA