Ji bo hilbijartina nûnerên herêma Cizîrê amadekarî têne kirin

Ji bo nûnerên herêmê Cizîrê ji parlamentoya Sûriyeyê re werin hilbijartin, komîte hatine avakirin.

Ji bo hilbijartina nûnerên herêma Cizîrê amadekarî têne kirin
22 nîsan, 2026   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

17'ê Nîsanê nûnerên parêzgeha Hesekê û berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di çarçoveya xebatên entegrasyonê de li hev civiyan. Di civînê de mekanîzmaya hilbijartinên nûnerên parêzgehê ji bo parlamentoya Sûriyeyê anku Meclisa Gel nîqaş kirin.

Di vê çarçoveyê de amadekarî têne kirin ku nûnerên herêma Cizîrê yên parlamantoya Sûriyeyê werin hilbijartin.

Li herêma Cizîrê ji bo nûnerên parlamantoya Sûriyeyê werin hilbijartin destpêkê dê li hemû bajarên herêmê komîte werin avakirin. Piştî wê dê saziyên hilbijartinê werin hilbijartin. Saziyên hilbijartinê jî dê nûnerên herêmê Cizîrê yên bikevin Meclisa Gel ku hejmara wan 10 e, hilbijêrin.

Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 endaman pêk tê, 70 endam ji aliyê serokê hikumeta demkî ve têne tayînkirin û 140 endam jî ji aliyê saziyên hilbijartinê ve têne hilbijartin.

LI SÛRIYEYÊ MEKANÎZMAYÊN HILBIJARTINÊ

Li hemû parêzgehên Sûriyeyê komîteyên şaxî têne avakirin, piştî wê komîteyên şaxî saziyên hilbijartinê ava dikin û herî dawî endamên parlamentoyê ji aliyê saziyên hilbijartinê ve têne hilbijartin.

KÎ DIKARE BIBE NAMZET?

Di sîstema niha ya Sûriyeyê de hilbijartin ne vekirî ye. Namzet dikarin navê xwe ji saziyên hilbijartinê re pêşniyar bikin.

ŞERTÊN NAMZETBÛNÊ?

Kesên ku bibin namzet divê berî sala 2011`an nasnameya Sûriyeyê bi wan re hebe, temenê wan herî kêm 25 be, qanûnî tiştek li ser wan nebe û di aliyê exlaq û kesayet de baş bin.

Her wiha li gorî qanûnan, divê ji herêmê bin û di belgeyên sivîl de tomarkirî bin. An jî berî 2011`an divê li ser hev li wê herêmê jiyabe. Di mijarên qanûnî û exlaqî de ceza lê nehatibe birîn. Divê îsbat hebin ku têkiliya wan bi sîstema berê re tune be û piştî 2011`an ji aliyê ewlehî û siyasî ve tu pirsgirêkên wan tune bin. Her wiha kesên ku têkiliya wan bi komên terorîst re hebin, an jî parçebûyînê dikin û piştgiriyê ji derve digirin, mafên wan nîn e ku bibin namzet. Divê têkiliya namzetan bi saziyên ewlehiyê û leşkerî re nebe.

BELAVKIRINA KURSIYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê 26`ê Tebaxa 2025`an kursî ku hejmara wan 210 e, wiha belav kirin:

Heleb 32 kursî, Şam 10 kursî, gundewarên Şamê 12 kursî, Humis 12 kursî, Hema 12 kursî, Idlib 12 kursî, Dêrazor 10 kursî, Hesekê 10 kursî, Laziqiyê 7 kursî, Dera 6 kursî, Reqa 6 kursî, Tertûs 5 kursî, Siwêda 3 kursî û Quneytîra 3 kursî.

Li gorî agahiyan niha li Cizîrê hevdîtin di navbera aliyên siyasî, civakî û komîteya hilbijartinan a hikumeta demkî de têne kirin da ku komîteyên şaxî wek gava yekemîn ava bikin. Piştre jî saziya hilbijartinan ava bikin û nûnerên herêmê yên bikevin parlamentoyê werin hilbijartin.

Di vê demê de li herêma Cizîrê malbatên ku mektûm û ecnebî bûn, xwe qeyd dikin. Dibe ku şêweyê nûnertiyê û mekanîzmaya namzetbûnê û hilbijartinê li herêma Cizîrê li gorî lihevkirina di navbera her du aliyan de were guhertin.

Herêma Cizîrê ji aliyê siyasî, ewlehî û îdarî ve taybetmendiyên xwe yên cuda hene. Ji destpêka krîza Sûriyeyê heyanî Peymana 29`ê Çileyê gelek pêşketin çêbûn. Di lihevkirinê de benda entegrekirina saziyan, mafên sivîl, perwerde û cudahiya herêmên Kurdan nas bikin, hebûn.

Li gelek parêzgehên Sûriyeyê nûnerên parlamentoyê derketine, niha li parêzgeha Hesekê jî dest pê dikin û li parêzgeha Siwêdayê jî nûner nehatine hilbijartin, ji ber ku ji Tîrmeha 2025`an de ji aliyê ewlehiyê de gelek pirsgirêk derketin.

(np)

ANHA