Pêwîste mijara YPJ`ê were gotubêjkirin

Siyasetmedar Lema El Etasî got ku dûrxistina YPJ`ê ji pêvajoya entegrasyonê bi hedefên yekitiya neteweyî re, bi nakok e

Pêwîste mijara YPJ`ê were gotubêjkirin
22 nîsan, 2026   04:40
YARA MIHEMED
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar û akademîsyena sûriyeyî Lema El Etasî li ser girîngiya hebûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava artêşa Sûriyeyê de, ji ajansa me re axivî.

Lema El Etasî diyar kir ku hebûna jinan di nava projeya QSD`ê de mijareke erênî bû û wiha got: "Eger dê QSD bi hedefa yekitiya neteweyî entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe wê demê nabe ku Yekîneyên Parastina Jin entegre nebin. Divê vê mijarê nîqaş û çareser bikin. Çi li pêşiya entegrekirina YPJ`ê nava artêşa Sûriyeyê de dibe asteng û sedemên ku cudahiyê dixin navbera jin û mêran, nîqaş bikin."

 Di çarçoveya lihevkirina 29`ê Çileyê de entegrekirina saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî çêdibe lê belê ji bo YPJ di nava artêşa Sûriyeyê de entegre bibe, tu gav nehatine avêtin.

(np)

ANHA