'Ji bo avakirina Sûriyeyeke aram û adilane beşdariya jinan şert e'

Jinan diyar kir ku beşdariya wan di jiyana siyasî û navendên biryardanê de ji bo avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha prensîbên edalet û wekheviyê pêdivîyeke bingehîn e, paşguhkirina vê rolê dê welêt di rewşeke bêîstîqrariyê de bihêle û rê li ber bidestxistina armancên guhertinê bigire.

'Ji bo avakirina Sûriyeyeke aram û adilane beşdariya jinan şert e'
5 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêvajoya enetegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê û girîngiya beşdariya jinan di avakirina Sûriyeya nû de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Nesrîn Elî destnîşan kir ku dûrxistina jinan ji pêvajoya entegrasyonê wekî ku di gavên pratîk ên li ser erdê de diyar e, destkeftiyên şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê naskirin, tehdît dike.

Nesrîn Elî bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got, di berxwedana mezin a taxa Şêxmeqsûdê ya li Helebê ya li dijî êrişan jin li pêş bûn, jin dikarin di hemû qadan de bi taybetî qada leşkerî de pêşengtiyê bikin.

Nesrînê îşaret bi vê yekê kir ku li Rojava jin bi hemû pêkhateyên wê di fermandariyê de cih girtin û li ber xwe dan û hin ji wan gihaştin asta şehadetê.

Di dewama axaftina xwe de Nesrîn Elî anî ziman ku hewl dan bi rêya qutkirina keziyên şervanên Kurd îradeya jinan bişikînin, lê ev kiryar hişt ku bi hezaran jin berxwedanê mezintir bikin û tu kes nikare îradeya jinan bişikîne.

Nesrîn Elî helwesta hikumeta demkî ya der barê dûrxistina jinan ji navendên biryardanê rexne û got, jin dê di hemû qadan siyasî û leşkerî de têkoşîna xwe bidodmînin da ku mafên xwe mîsoger bikin.

Ji rêveberên Nivîsgeha PYD'ê ya bajarê Dirbêsiyê Dîlber Şemo bi bîr xist ku berxwedana Rojava 14 sal e dewam dike û şoreşa wê bi pêşengtiya jinên azad tê naskirin. Dîlber Şemo diyar kir ku pêvajoya heyî hesas e û bedelên mezin hatin dayîn, ev berdêl di avakirina siberoja Sûriyeyê de xwedî girîngiyek e lew ra jî divê xwedî li van berdêlan were derketin.

Dîlber Şemê bal kişand ser helwesta hikumeta demkî ya dûrxistina jinan ji xebata siyasî û anî ziman ku ev helwest nayê qebûlkirin. Her wiha got, divê rola jinan û mîsogeriya wan di her pêvajoyeke entegrasyonê û qadên siyasî, leşkerî, diplomatîk û civakî werin mîsogerkirin.

Dîlberê diyar kir ku mîna mafên mêran hene, mafên jinan jî hene û ev li gotinên xwe zêde kirin "Divê mafên her du zayendan wekî hev bin. Nabe jin ji tu qadî werin dûrxistin. Ji bo entegrasyoneke rasteqîn pêk were û Sûriyeyeke demokratîk ku rêzê bide mafên hemû pêkhateyên wê were avakirin, divê rola jinan sereke be."

Endama Meclisa Kar û Barên Civakî ya bajarê Dirbêsiyê Seîda Ehmed jî anî ziman ku divê rola jinan di entegrasyonê de sereke be da ku pêvajo bi ser bikeve.

Seîda Ehmed bi bîr xist ku ji zêdetirî 10 salan ve jin di saziyên Rêveberiya Xweser de rêveberiyê dikin û li ser bingehê edalet û demokrasiyê bi pisporî dixebitin.

Seîda Ehmed diyar kir ku eger entegrasyon bêyî beşdariya jinan çêbibe, hingî wê ne serketî be û dê bi avakirina desthilateke ne adilane encam bibe. Her wiha got, divê entegrasyon li ser esasê wekhevî û demokratîk be û rola jinan di hemû saziyên dewletê de çalak be.

Seîda Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Beşdariya jinan mîsogeriya serketina her projeyekê ye, ev yek jî li gelek welatên cîhanê piştrast bûye. Xebat dê berdewam biek heya ku rola jinan di xebata siyasî, diyalog û nîqaşan de were mîsogerkirin."

(bb)

ANHA