Eşîra Deqûriyan: Em amade ne ji bo kêmkirina nakokiyan bixebitin

Berdevkê eşîra Deqûriyan Fehed Mihemed Seîd Axa diyar kir ku eşîr bi tevahî amade ne ku ji bo kêmkirina nakokiyan bixebitin. Her wha bal kişand ser girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş û dûrketina ji zimanê nefretê.

Eşîra Deqûriyan: Em amade ne ji bo kêmkirina nakokiyan bixebitin
5 gulan, 2026   03:40
QAMIŞLO
SÎMA BIROKA

Di 1’ê Gulanê de li gundê Sarinca Deqûriyan ê nêzî bajarê Amûdê, civîneke şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban hat lidarxistin. Armanca vê însiyatîfê xurtkirina aştiya navxweyî û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera civakên herêmê de bû.

Fehed Mihemed Seîd Axa yê berdevkê eşîra Deqûriyan, ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş û rûbirûbûna hewldanên belavkirina zimanê nefretê di navbera gelê herêmê de. Fehed Mihemed Seîd Axa diyar kir ku armanca civînê pêşxistina ewlehî û aramiyê, pêşîgirtina li bûyer an nakokiyan û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera hemû civakan de ye.

Seîd Axa diyar kir ku eşîr di rewşa pevçûn an nakokiyê de amade ne tavilê mudaxele bikin û tekez kir ku divê gotinên nefretê werin redkirin û ji her tiştê ku dikare di nav civakê de dabeşbûnê çêke, dûr bisekinin, di heman demê de jiyana aştiyane were parastin.

Seîd Axa destnîşan kir ku hin aliyên dijmin hewl didin di navbera Kurd û Ereban de nakokiyan derxin û got: "Hişyariya civakê û hişyariya rêberên wê ev hewldan têk birin."

Seîd Axa piştrast kir ku xelkê Hesekê û Qamişloyê ji komployên li dijî wan têne çêkirin haydar in û diyar kir ku armanca civîna wan xurtkirina hevkariyê di navbera şêx û rêberên herêma Cizîrê de û amadebûna ji bo pêşîgirtina her rewşeke awarte ya ku dibe ku aramiyê tehdît bike. Her wiha bang li hemû eşîran kir ku hişyar bin û bi hev re bixebitin da ku civakê biparêzin.

(k)

ANHA