‘Mafên jinan bi naskirina YPJ'ê ve girêdayî ne’

Endamên Kongra Star destnîşan kir ku mîsogerkirina mafên jinan li Sûriyeyê bi hebûna YPJ'ê ve girêdayî ye û YPJ hebûn û nasnameya jinan e. Her wiha gotin dê têkoşînê bidomînin heta ku YPJ di destûrê de were naskirin.

‘Mafên jinan bi naskirina YPJ'ê ve girêdayî ne’
5 gulan, 2026   05:50
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Di çarçoveyê Peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de nîqaşên der barê mekanîzmaya entegrasyona hêzên leşkerî de dewam dikin. Hikumeta demkî heya niha statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sazumaniya artêşa Sûriyeyê de nepejirandiye û israr dike ku tev li Asayîşê bê kirin. Nêrazîbûnên li hember vê helwesta hikumetê jî zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava 26'ê Nîsanê pêngavek bi dirûşma "Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye" ragihand.

Der barê mijarê de jinên ji bajarê Çilaxayê ji ajansa me re axivîn.

Hebûn Ebdulkerîm anî ziman ku YPJ nasname û hebûna jinên Rojava ne, di parastina jinan û mirovahiyê ji zilmê xwedî mîrateyeke têkoşînê ye. Hebûnê diyar kir ku bi saya YPJ'ê jinên herêmê destkeftî bi dest xistine û wiha pê de çû: "Nenaskirina YPJ'ê wekî statuyeke serbixwe di nava artêşê de ji aliyê hikumeta demkmî ve, nîşana qebûlnekirina rola jinan di siberoja Sûriyeyê de ye, di heman demê tê wateya nenaskirina îradeya jinên azadî."

Hebûn Ebdulkerîm da zanîn ku Kongra Star siyasetên hikumeta demkî yên li hemberî jinan red dike û got dê têkoşînê berdewam bikin heya ku YPJ wekî statuyeke serbixwe di artêşa Sûriyeyê de di destûrê de were naskirin.

Ji rêveberên Kongra Star ên bajarokê Kêşikê yê Çilaxayê Xezwa Seyfedîn bi bîr xist ku YPJ'ê di şerên li dijî DAIŞ û komên din ên tundraw de jin parastin, lewma bûne hêza îrade û nasnameya jinan.

Xezwa Seyfedîn îşaret pê kir ku YPJ'ê xwedî roleke sereke di siberoja Sûriyeyê de û mafê tu kesî nîna wê tune bike. Her wiha anî ziman ku jin biryarên ku hebûna wan dikin armanc red dike. Bang li hikumeta demkî jî kir ku vê rastiyê nas bike.

Xezwayê da zanîn ku YPJ' ji bo parastina jinan û rûmeta wan ji ferasetên ku rola wan tune dike hatiye damezirandin û helwesta hikumeta demkî ji zihniyeta rejîma berê cuda nîn e.

Ji rêveberên Kongra Star li Çilaxayê Etiya Hacî got kesên YPJ'ê nas nakin, îradeya jinan jî nas nakin û got jin dê wekî her carî li hemberî siyasetên dûrxistin û terorê tê bikoşin û heya mîsogerkirina YPJ'ê di statuya artêşê de dê têkoşînê bikin.

(bb)

ANHA