Ji bo 4 taxên Hesekê av hate berdan

Şîrketa Avê ya Hesekê ji bo tecrubekirinê, av li 4 taxên bajarê Hesekê berda û hişyarî da ku divê niha neyê vexwarin.

Ji bo 4 taxên Hesekê av hate berdan
30 tîrmeh, 2026   13:21
HESEKÊ

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Hesekê diyar kir ku wan ava vexwarinê ji bo 4 taxên bajarê Hesekê berdaye û dê tecrube bikin. Her wiha anî ziman ku niha av nayê vexwarin û bang li welatiyan kir ku zêde avê nedin bikaranîn.

Şîrketê da zanîn ku ew ê ji bo tecrubekirinê di navbera saet 08:00-10:00’an de avê berdin taxa Ezîziyê, Telaei, Xezel û Xişman.

Her wiha hişyarî da welatiyan ku vê avê venexwin û ew tenê tecrube dikin.

(np)

ANHA