Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê

Ji ber xerabûna torên avê hîn jî av nagihêje gelek taxên Hesekê. Şîrketa avê diyar kir ku dayîna avê bi awayekî tecrubeyî didome, ji bo ku di torên avê de cihên şikestî diyar bikin.

Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
Ava Stasyona Elokê hê jî negihaştiye hemû taxên Hesekê
30 tîrmeh, 2026   12:30
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Tevî ku di 22’yê Tîrmehê de careke din ava Stasyona Elokê hate dayîn, lê heta niha negihaştiya hemû taxên bajarê Hesekê. Hîn jî ji ber kêmbûna ava vexwarinê û negihaştina wê ya gelek taxên bajêr şênî zehmetiyan dikişînin û avê ji sehrîcên taybet digirin.

Şêniyê taxa El Neşwê ya bajarê Hesekê Pisman El Keyan ji ajansa me re got: “Ji ber bihabûna ava sehrîcan ku hezar lître av derdora 50 hezar lîreyê sûriyeyî ye, zehmetiyên peydakirina avê ji ber hişkesaliya li herêmê, em gelekî kêfxweş bûn, dema ava Elok gihaşte bajêr. Lê ji ber şikestina xetên avê av negihaşte hemû taxan, divê aliyên peywendîdar çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.”

XERABÛNA TORÊN AVÊ 3 ROJAN AV SEKINAND

Gerînendeyê Şîrketa Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Parêzgeha Hesekê Ferhan El Iwês got: “Pêvajoya ji nû ve temîrkirin û sererastkirina stasyona Elok beriya çend mehan dest pê kir. Lê piştî ragihandina vekirina stasyonê xetên avê rastî astengiyan hat, vê hişt sazî 3 rojan avê nede.”

El Iwês wiha li axaftina xwe zêde kir: “Qitreya xeta avê ya sereke derdora hezar û 200 mm ye, ji bo temîrkirinê ji 2-3 roj pêwîst dikin ku ew xet ji avê bê valakirin, ev hişt ku dayîna avê bi awayekî demkî bê rawestandin.”

El Iwês destnîşan kir ku careke din 28`ê Tîrmehê av hat dayîn, armanca ji dayîna avê bi awayekî tecrubeyî ne tenê ji bo şêniyan e, ew ji bo dîtina şikestin û deverên xerab ên di tora avê de ne û wiha got: “Bêyî dayîna avê em nikarin astengî û cihên şikestî yên toran bibînin.”

Ferhan El Iwês da zanîn ku ev 7 sal e av di wan toran de nehatiye dayîn, di rewşa bajaran û hejmara şêniyan de jî guhertin çêbûye. Li gel wan nexşeyek zelal û rast a tora avê li bajarê Hesekê tune ye, ji ber vê yekê tîmên pispor bi dayîna avê ya bi awayekî tecrubeyî de nexşeyeke nû ji bo torên avê di nava bajêr de çêdikin.

GUND Û BAJARÊN KU JI STASYONA ELOKÊ SÛDÊ WERDIGIRIN

El Iwês da zanîn ku hemû gundên ku berê ava Elok digihaşte wan, niha jî jê sûdê digirin, ji wan jî bajarê Til Temir û gundên nêzî xeta avê ye. Lê ava xeta Elok nagihêje hemû gundên girêdayî bajarê Til Temirê, tenê digihêje gundên nêzî xeta avê ya Stasyona Elok.

Ferhan El Iwês girêdayî Hesekê jî diyar kir ku heta temîrkirin bi dawî bibe, ew ê av bigihêje hemû taxên Hesekê.

TAXÊN MEZIN HÎN JÎ LI HÊVIYA AVÊ NE

Ji ber hebûna gelek pirsgirêkên li ser xetên sereke yên taxan, heta niha ava Stasyona Elok negihaştiye taxên El Ezîziyê, El Salihiyê, Xişman, Til Hecer, El Miftî, El Dahiyê, El Nasira, El Kelasê, Kebaba, Xiwêran, El Neşwê û El Mişêrfê.

Girêdayî mijara li hinek kolan û taxan xet û torên avê tune ne, Iwês got: “Ji bo çêkirina toran ji hêla saziyê yan jî rêxistinan ve, ev herêm bi hacetî lêkolînê ye. Ev proje berpirsyariya hikumetê ye, sazî hîn di qonaxa avakirina bingeh torê û damezirandina wê ye, hîn jî agahiyên giştî û zelal têkildarî rewşa torê li parêzgehê di nav destê me de tune ye.”

JI BO TEMÎRKIRINÊ BERNAMEYEK TUNE YE

Têkildarî dema temamkirina temîrkirinê û gihaştina avê ji bo hemû taxên Hesekê Iwês got: “Ev girêdayî cihên şikestî yên xeta avê û dema pêwîst a lêkolîna torê bi awayekî giştî ye.”

Iwês destnîşan kir ku sazî ji bo ku tîmên pispor bikarin wesfeke zelal bidin torê û ew bikarin planeke baş deynin, ew bi israr in ku dayîna avê bi awayekî tecrubeyî bidomînin, ji bo lêçûna projeyê dibe ku pereyan ji Wezareta Enerjiyê û rêxistinên li herêmê bixwazin. Berpirsyariya yekemîn û ya dawîn a ji bo lêkolîn û daxwaza pereyên lêçûnê ji Wezareta Enerjiyê, li ser Saziya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ye û ji bo dabînkirina pereyan ji wezaretê dem tê xwestin.

JI BER NEXEBITÎNA STASYONAN BAJARÊ HOLÊ DERVEYÎ XIZMETÊ YE

Iwês diyar kir ku bajarê Holê yek ji bajarên ku avê ji Stasyona Elok digire ye, lê 3 stasyonên ku li ser xeta avê hîn derveyî xizmetê ne, ji bo dabînkirina pereyên lêçûna projeya ji nû ve sererastkirinê ew ê planê di çarçoveya plansaziya 2027`an, pêşkêşî Wezareta Enerjiyê bikin.

JI 12 POMPAN 7 DIVÊ BÊN TEMÎRKIRIN

Iwês da zanîn ku niha li Stasyona Elok 12 pompeyên avê hene, tenê 3 ji wan tên bikaranîn û 7`ê mayî bi hacetî temîrkirinê ne û got: “Dema ragihandina vekirina stasyonê 19 bîr dihatin bikaranîn, tevî temîrkirinê jî hinek bîr ji ber ku kevin in gelek caran ji xizmetê derdikevin.”

Iwês destnîşan kir ku di navbera Wezareta Enerjiyê, UNICEF û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo veguhertina alavên kevin planeke hevbeş heye, lê ev qonax bi hacetî gelek mehan e, lê xebatên heyî tenê li ser dayîna avê bi alavên heyî ne

Ferhan El Iwês soz da şêniyan ku wekî berê demên qutbûyîna avê ya dirêj dubare nebe û diyar kir ku ji ber temîrkirinê wê hinek caran av bê qutkirin û got: “Dema ku temîrkirina stasyonê bi dawî bibe, wê ji bo dayîna avê bi awayekî birêxistinkirî ji bo taxên Hesekê bernameyek bê danîn, lê niha tenê wê li ser rojan be, ji bo vê yekê jî hevdîtinek çêbû û di demên pêş de têkildarî dema dayîna avê biryarnameyek bê weşandin.”

JI BO DAYÎNA AVÊ LI HESEKÊ 5 XET

Iwês da zanîn ku wekî gava yekemîn ji bo belavkirina avê bi awayekî tecrubeyî, li bajêr 5 beş hatin diyarkirin; beşa yekemîn taxên Xiwêran, Lîliya, El Zihûr, kolanên li başûrê bajar û Xişman e. Beşa 2’yemîn taxên El Ezîziyê, El Telaii û El Xezel in. Beşa 3’yemîn taxên El Salihiyê, El Miftî û El Dahiyê ne. Beşa 4’emîn navenda bajêr, Til Hecer, El Hey El Eskerî, El Mirdiyan, El Mişêrfê, El Kebaba, El Miêşiyê, El Nasira, El Kelasê, El Umran û kolanên li rojavayê bajên in. Beşa 5’emîn jî ji taxên El Neşwe El Xerbiya, El Şeriya, El Vêlat û El Seken El Şebabî ne.

Ferhan Iwês da zanîn ku ev dabeşkirina hîn di tecrubeyê de ye, dema dayîna avê bi awayekî tecrubeyî di pêşerojê de bê naskirin.

(sb)

ANHA