Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê xebatên entegrasyonê didomîne

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku di çarçoveya entegrasyonê de wan dest bi pêkanîna peymanên hezar û 448 kadroyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser kiriye, xebata têkildarî dosyayên karmendên mayî jî didome.

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê xebatên entegrasyonê didomîne
Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê xebatên entegrasyonê didomîne
Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê xebatên entegrasyonê didomîne
30 tîrmeh, 2026   13:31
HESEKÊ

Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê ya li gorî Peymana 29`ê Çileyê de, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê xebatên têkildarî entegrasyonê yên kadroyên navandên tenduristiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê didomîne.

Gerînendeyê Tenduristiyê yê Parêzgeha Hesekê Dr. Xalid El Xalid ji ajansa me re axivî û got: “Me dest bi xebatên entegrasyonê kiriye, di nava xebatê de dosyayên nexweşxaneyên Serêkaniyê û Şedadê jî hene, her wiha kadroyên ku di nava Rêveberiya Xweser de dixebitîn. Me agahiyên der barê kadroyan de kom kirin û şandin ji wezaretê re.”

Xalid El Xalid got: “Li gorî qanûnên karmendan, lîsteya kadroyên tibî yên Rêveberiya Xweser hatin qebûlkirin. Ji 3 rojan ve dest bi çêkirina peymanan hatiye kirin.”

El Xalid behsa hûrgiliyên lîsteyan kir û wiha anî ziman: “Hejmara karmendên ku dest bi îmzekirina peymanên wan hatiye kirin, hezar û 448 e, 184 navên din jî hene hîn li benda sererastkirina bawernameyên xwe ne. Di nava wê lîsteyê de hinek hene bawernameyên qonaxa navîn û amadehî bi dest xistine, hinek jî ji Zanîngeha Rojava derçûne. Karmendên nexweşxaneyên Serêkaniyê û Şedadê dê îmzekirina peymanên wan di rojên bê de pêk were.”

Xalid El Xalid got: “Planeke me ji bo nûkirina binesazî û alavan heye, ev plan ji bo herêmê planeke qonaxî ye, ji bo piştgiriya xebatê di hemû navendên tenduristiyê de û ji nû ve xebitîna hinek navendan jî planeke me ya esasî heye. Hinek pirsgirêk hene ku dive bên çareserkirin. Vekirina nexweşxaneya zarokan li Hesekê jî nêz bûye, wê navenda şûştina gurçikan li Dirbêsiyê û Şedadê bê vekirin. Her wiha dê navenda dermankirina girêkan jî li parêzgehê bê nûkirin.”

Di dawiyê de Xalid El Xalid got: “Gelek aliyên xebata tenduristiyê hene, li cem me 104 navendên tenduristiyê û 6 nexweşxane hene, her wiha gelek bernameyên tenduristiyê li parêzgehê hene. Niha derfetên me sînordar in, Wezareta Tenduristiyê dê piştgiriyeke mezin bide.”

(sb)

ANHA