Polîsên Iraqê dest danî ser şaredariya gel a Girzêrikê ya Şengalê

Polîsên Iraqê dest danîne ser avahiya Şaredariya Gel a li komalgeha Girzêrik a Şengalê. Tevî hemû hewldanan jî, hêzên polîsan ji şaredariyê dernakevin û şaredarî nikare xizmeta gelê ku vegeriyaye Girzerik bike.

Polîsên Iraqê dest danî ser şaredariya gel a Girzêrikê ya Şengalê
12 hezîran, 2025   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnews’ê, hêzên polîsên Iraqê dest danîne ser avahiya Şaredariya Gel a li komalgeha Girzêrik a Şengalê û rê nayê dayîn ku ev cih ji bo xizmeta gel were bikaranîn.

Li gorî agahiyan, ev polîsên Iraqê bêyî ku tu belge an jî hincetekê bidin nîşandan, dema karkerên şaredariyê di betlaneyê de bûn, hêza xwe birine wir û bicih kirine.

Hate diyarkirin ku ji bo ku mijar were famkirin, gelek hewldan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên şaredariyê ve hatine kirin, lê tenê polîsan gotiye ku biryarek ji wan re hatiye dayîn ku li wir bicih bibin.

Çavkaniyên Rojnews’ê diyar kirin ku hêza polîs bi talîmatên hêzên artêşa Iraqê ku li herêmê ne, derbasî navenda şaredariyê bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 10’ê Adara 2025’an de, Rêveberiya Xweseriya Şengalê li gundê Girzêrik, ku girêdayî nahiya Til Izêr e, avahiya şaredariyê vekiribû, ji bo xizmeta gelê herêmê bike û karibe pêwîstiyên malbatên nû vegeriyane wir bicih bîne.