Îsraîlê cenazeyê girtiyekî Taylandî bi dest xist

Îsraîlê ragihand ku wê cenazeyê welatiyekî Taylandî yê ku di êrişa Hemasê de hatibû revandin, bi dest xistiye.

Îsraîlê cenazeyê girtiyekî Taylandî bi dest xist
7 hezîran, 2025   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro bi daxuyaniyekê got, cenazeyê  Natapong Pinta yê Taylandî yê ku di êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an de hatibû revandin, hat bidestxistin.

Katez ragihand ku "Di operasyoneke taybet de ku ji aliyê artêşa Îsraîlê û Saziya Ewlehiya Hundirîn (Shin Bet) ve li herêma Refahê ya li başûrê Xezayê hat lidarxistin, cenazeyê Natapong Pinta hat bidestxistin."

Katez da zanîn ku Hatapong Pinta 7’ê Cotmehê ji Kibbutz Nir Oz hatibû revandin û diyar kir ku ku wan malbata Natapong Pinta agahdar kirine ku dê cenaze bi rêya sefrata Taylandê ya li Îsraîlê radest bikin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Natapong Pinta yê 36 salî dema li Kibbutz Nir Oz cotkarî dikir ji aliyê "Ketaîb El Mucahidîn" ve hatibû revandin

Li gorî agahiyan, 55 kes  çi mirî bin çi sax li Xezayê têne ragirtin.

(bb)

ANHA