Trump: Em rê nadin Îran demkî jî uranyumê dewlemend bike

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wê Amerîka bi tu rengî rê nede Îran bi awayek demkî jî uranyumê dewlemend bike. Trump got: “Em çareseriya dîplomasî wek bijardeya yekem dibînin, ger îran vê yekê neke, em ê naçarî karanîna hêzê bibin.”

Trump: Em rê nadin Îran demkî jî uranyumê dewlemend bike
7 hezîran, 2025   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump têkildarî dewlemendkirina uranyumê ya ji aliyê Îranê ve ji medya welatê xwe re axivî.

Trump diyar kir ku wê Amerîka bi tu rengî rê nede Îran bi awayek demkî jî uranyumê dewlemend bike.

Trump got ku ew çareseriya dîplomasî wek bijardeya yekem dibînin, ger îran vê yekê neke, ew ê naçarî karanîna hêzê bibin.

Donald Trump got: “Divê Îran rasterast uranyumê dewlemend neke, divê serî li rêyên cûda bide.”

Hêjayî gotinêye heta niha bi navbeynkariya Umanê 5 hevdîtin di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de li ser hilberandin û dewlemendkirina uranyum û çekên atomî pêkhatiye, lê heta niha encama van hevdîtinan bi raya giştî re nehatine parvekirin.