Îsraîlê bi balafirên şer û topavêjan êrişî başûrê Lubnanê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê bi awayekî dijwar êrişî başûrê Lubnanê kir, di heman demê de gelek herêm jî hatin topbarankirin.

Îsraîlê bi balafirên şer û topavêjan êrişî başûrê Lubnanê kir
10 nîsan, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê, îro daxuyand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Dibîn, Şehabiyê û çiyayên El Butum bombebaran kirin.

Girêdayî mijarê, derdora bajarokê Dibîn jî bi awayekî dijwar topbaran kir.

Li gorî ajansê, balafiran êrişî bajarokê Harîs, Mecadil, Coya, Henawiyê, Sultaniyê, Debal, Tebnîn, Serfend, Bêsariyê, navbera Zefta, Merwaniyê, Mehmûdiyê û Cermeq bombebaran kirin, bi şev jî bajarokê Kefer Tebnît hatibû bombebarankirin û gelek mal hatin wêrankirin.

Girêdayî mijarê, droneke Îsraîlê vê berbangê li bajarokê Babliyê motorsiklêtek bomberan kir, di heman demê de artêşa Îsraîlê gelek mal li bajarokên Xiyam û Îta El Şeib teqandin.

Hemwextî bombebaranan, gelek deverên weke bilindahiyên Reyhan, Mensûrî, Qelîle, Sehil El Meiliyê, Ras El Eyn, Sirbîn û Bêt Lîf hatin topbarankirin.

(fr)