Cendermeyên Tirkiyeyê gaza îsotê avêt xelkê Qamişloyê

Cendermeyên Tirkiyeyê gaza îsotê avêt ser komeke ji xelkê Qamişloyê ku li nêzîkî sînorê bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ji bo seyranê derketibûn.

Cendermeyên Tirkiyeyê gaza îsotê avêt xelkê Qamişloyê
10 nîsan, 2026   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarê Qamişloyê di rojên Biharê de ji bo seyranê derdikevin derdora bajêr, ji cihên ku şênî berê xwe didinê li seranserî sînorê di navbera Qamişlo û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Îro jî, dema şênî derketibûn seyranê, cendermeyên Tirkiyeyê gaza îsotê avêtin şêniyan û dûre dengê guleyan jî hat bihîstin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me parve kirien tu kes bi gazê birîndar nebû û tu agahiyên dîtir jî der barê vê yekê de bi dest neketine.

(fr)