Mehmûd Xelîl Elî: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî ragihand ku wê sibe (şemî) 400 dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bên berdan.

Mehmûd Xelîl Elî: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan
10 nîsan, 2026   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî bi peyamekê li ser Xˊê diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29ˊê Çileyê de wê sibe 400 dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bên berdan û komek girtiyên li gel wan jî bên berdan.

Mehmûd Xelîl Elî di peyama xwe de got: "Ji bo pabendîbûna me di warê xizmeta gelê me, di heman demê de ji bo xurtkirina zemîna ewlehiya civakî bê piştrastkirin û xalên peymana 29' Çileyê bên pêkanîn, bi gavek ku wateya pratikbûna xalên vê peymanê nîşan dide, Sibe (şemî) ku dikeve dîroka xwe 11' Nîsana 2026' an wê pevguhertina esîran were pêkanîn, wê  400 girtî bên berdan."

Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku di heman demê de wê hejmarek girtiyên ku di destê wan de ne jî wê bên berdan. Pevguhertina dîlgirtiyan wê li Çarxerêya Sebax, saet di 14:00ˊan were pêkanîn .

Mehmûd Xelîl Elî anî ziman ku "Ev gav carek din pabendîbûna me ya resteqîn di oxira pêkanîn û dilsozoya me ji bo pratîkirina xalên peymana 29' ê Çileyê de dide nîşandan."

(fr)