Îsraîl: Fermandarekî payebilind ê Hemasê hat kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarekî payebilind ê tevgera Hemasê hatiye kuştin.
![Îsraîl: Fermandarekî payebilind ê Hemasê hat kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b1e53fb11dc.jpg)
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê Hemasê yê bi navê Mihemed El Mehasîne di êrişeke hewayî ya li Xezayê de hatiye kutin.
Di daxuyaniyê de hate gotin fermandarê hatiye kuştin, berpirsê qaçaxçîtiya çekan ji bo Hemasê ye.
Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku wezîrê aborî yê Hemasê Ebdulfetah El Ziraeyî di êrişeke hewayî de li mala xwe ya li Dêr Belehê ya li Xezayê hatiye kuştin.
(bb)