JINNEWS: Di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya JINNEWS’ê; 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û 22 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS: Di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
6 tebax 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çeteleyê JINNEWS’ê ya tundiyê di meha Tîrmehê di 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 22 jinan û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî çeteleyê; jinek ji hêla zilamê ku di qonaxa hevberdanê de bûn, 4 ji hêla zilamên ku hevberdane ve, 2 jin ji hêla kurên xwe ve, jinek ji hêla zilamê bi hev re bûn ve, jinek ji hêla birayê xwe ve, jinek ji hêla zilamê jihev veqetiyayin ve, jinek ji hêla zilamê ku hev nas nedikirin ve, jinek ji hêla bavê xwe ve, yek ji hêla zilamê hev nas dikir ve û jinek jî ji hêla xizmê xwe ve hate qetilkirin.

Di çeteleyê de bajarên jin lê hatine qetilkirin jî wiha hatin destnîşankirin; li Xarpêtê 2, li Kutahyayê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 3, li Meletiyê 3, li Karamanê 1, li Semsûrê 1, li Sêrtê 1, li Erziromê 1, li Gîresûnê 1, li Kayseriyê 1, li Kocaeliyê 1, li Edîrneyê 1, li Gumuşhaneyê 1 û li Mêrsînê jî 2 kes hatin qetilkirin.