Gerîlayan rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiyeke bi coş lidar xistin.

Gerîlayan rojbûna Rêber Apo pîroz kirin
5 nîsan, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYANv

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya rojbûna 77'emîn a Rêber Apo pîrozbahiyek lidar xistin. Bi dehan gerîla tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî li gel baranê jî bi coş derbas bû.

Ji fermandarên YJA Starê Sîdar Heştanîn li pîrozbahiyê axivî û di şexsê Rêber Apo de rojbûn li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, gelê Kurd ê welatparêz û jinên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kir.

Pîrozbahiya bi heybet a gerîla piştre bi şano, koro, helbest û govendê dewam kir.

Gerîlayan dar çandin û soz dan ku heta Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin.