Li Hesekê 50 donim genim şewitî

Li gundê Til El Sexir ê Hesekê 50 donim erdê genim şewitî. Lê bi destwerdana tîmên agirkujiyê jî şewat hat vemirandin û rê li ber berfirehbûna agir girt.

Li Hesekê 50 donim genim şewitî
15 hezîran, 2026   19:25
HESEKÊ

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê daxuyand ku zeviyeke genim li gundê Til El Sexir ê girêdayî Hesekê şewitî, di encamê de 50 donim genim şewitî. Tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir û nehişt bi rûberên dîtir bikeve.

Tîmên agirkujiyê da zanîn ku sedema şewatê çirûska kehrebê ye û destnîşan kir ku leza destwerdanê nehişt agir bi zeviyên derdorê bikeve.

(fr)

ANHA