Hunermend Tara Resûl piştgiriya xwe ji berxwedana Rojava re anî ziman

Hunermenda navdar a Kurd Tara Resûl piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîşan da û da zanîn ku Kurd niha weke berê bi hev re govenda serkeftinê digerînin.

Hunermend Tara Resûl piştgiriya xwe ji berxwedana Rojava re anî ziman
15 ÇILE, 2026   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermenda navdar a Kurd Tara Resûl bi rêya hesaba xwe ya medyaya civakî Facebook’ê piştgiriya xwe ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Di peyama Tara Resûl wiha ye;

“Gelê Rojava, piştrast bin ku ez we nahêlim. Çawa ku ez di germahiya şerê li dijî terorîstan û dijminên Kurdan de bêtirs û dudilî hatim Amûdê, Qamişlo û Helebê, min ji bo wan konser dan û stran gotin. We jî bi keyfxweşî, germî û çepikan pêşwaziya min kir. Bawer bin ku ez ê dîsa bi heman coşê vegerim cem we,  serdana we bikim; bextewarî û serkeftina we pîroz bikim.”