60 parêzeran bang li NYˊyê kir: Demildest mudaxeleya Îranê bike

60 parêzerên ji Îran û çar aliyên cîhanê, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin û daxwaz kirin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleya Îranê bike û hişyarî dan ku êrîşên hêzên rejîmê gihîştin "sînorê sûcên li dijî mirovahiyê".

60 parêzeran bang li NYˊyê kir: Demildest mudaxeleya Îranê bike
15 ÇILE, 2026   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

60 parêzerên ji baroyên Îran, DYE, Almanya, Fransa, Tirkiye û Ukraynayê, di 14’ê Çileya 2026’an de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin û daxwaz kirin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleya Îranê bike.

Îmzekarên ku ji parêzer, dadwer û lêkolînerên hiqûqî pêk tên, hişyarî da ku rewşa li Îranê gihîştiye "sînorê sûcên li dijî mirovahiyê" û bal kişandin li ser êrişên berfireh û pergalî yên hêzên rejîmê yên li dijî sivîlan.

Di nameyê de gelek binpêkirinên mîna qutkirina torên înternet û ragihandinê ji bo pêşîgirtina li çavdêrî û belgekirina serbixwe ya sûcan, bikaranîna guleyên zindî û nîşangiran a li dijî xwepêşandanên aştiyane, windakirinên bi darê zorê, veşartina nefermî ya kesên jiyana xwe ji dest dane, zexta li ser malbatan, êrişên li ser nexweşxaneyan, girtina birîndaran, bûyerên berfireh ên korbûna mayînde ya ji ber birînên giran, bi berfirehî hatin destnîşankirin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku zarok jî di nav de bi hezaran kes bêyî darizandinê hatine girtin, rastî hucreyên yekkesî û îşkenceyê hatine û zêdebûna karanîna hêzên neherêmî ya di tepeserkirina xwepêşandanan de mîna nîşaneya tundiya navendî hate hesibandin. Îmzekaran, bang li NY’yê kirin ku van binpêkirinan mîna sûcên li dijî mirovahiyê nas bike, mijarê bişîne Konseya Ewlekariyê û lêpirsînên serbixwe xurt bike.

Di dawiya nameyê de hate diyar kirin ku bêdengiya civaka navneteweyî binpêkirina erkên wê yên parastina sivîlan e û hate gotin ku îmzekar amade ne ku her agahdarî û belgeyan bidin mîsyona pêşîlêgirtinê ya NY’ê.