Li Şedadê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin gitin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Şedadê 2 çeteyên DAIŞ`ê yên di leşkerkirina mirovan de dixebitin, girtin.

Li Şedadê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin gitin
18 îlon, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe têkildarî çalakiya li Şedadê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Dezgeha Ewlekariya Giştî di berdewamiya şopandina şaneyên DAIŞê de, agahî li ser 2 kesan bi dest xistin ku ji bo rêxistina terorîst a DAIŞ`ê, fikra tekfîrî û îdeolojiya terorîstî di nav civakê de belav dikin.

Piştî komkirina delîlên ku tevlêbûna wan îsbat dikin, cihê wan diyar kirin, hêzên me yên taybet ên HAT’ê duşemê (16’ê Îlonê), li bajarokê El Erîşa yê bajarokê Şedadê bi ser cihê her du çeteyan de girt û di lêgerînê de ev tişt hatin dîtin: Çekeke kalaşnîkov û 2 cercûrên wê, 20 telefon, demançeyek û 2 cercûr, laptopek, tivingeke nêçîrê, rextek, 6 mermiyên çîfteyê, 200 dolarên amerîkî û 430 hezar lîreyên sûriyeyî.

Hêzên me li ser her du kesên ku hatine destgîrkirin, lêpirsîn da destpêkirin, piştî ku xebatên qanûnî bi dawî kirin, ji dadgehê re hatin şandin."

(şx)