Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana êrişeke xwekuj têk bir

Hêzên Elwekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan hewldana êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê têk bir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana êrişeke xwekuj têk bir
4 hezîran, 2024   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Elwekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hewldana êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê têk bir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gel êrişên dagirkeriya Tirk a faşîst ên li ser herêmên me û hedefgirtina hêzên me li Kobanê, DAIŞ’ê ji van hedefan sûd werdigire û çalakiyên xwe yên çetetî zêde dike. Duh li gundewarê Dêrazorê erebeyeke bombebarkirî teqand her wiha hewl dida ku êrişên çetetiyê li Hesekê jî pêk bîne. Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî bi dest xist ku plansaziya êrişên çeteyan li Hesekê bi rêya xwekujan heye. Ew çete ji herêmên dagirkirî bi rêya motorsiklêtan hatine. Dezgeha Ewlekariya Giştî lêkolîn û xebatên şopandinê li dar xistin û berî pêkanîna êrişa çeteyan, êriş têk bir.

Hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî îro sêşemê 4ˊê Hezîranê, motorsiklêta ku 2 kes lê siwar bûbûn û du kemberên teqîner li xwe kiribûn, yekser li gundewarê Hesekê kemînek ji wan re danîn û mermî li wan reşandin.  Her du çeteyan xwe û motorsiklêta xwe ya bombebarkirî teqandin.

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pabendbûna xwe ya tam tekez dikin ku em ê xwedî li her tiştê ku metirsiyê li civakê dike ji bo parastina ewlehî û aramiya gelê xwe derkevin."