Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir

Bi hatina werza çinînê re, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Dêrazorê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir. Ji bo birêveçûna vê pêvajoyê şîrketê hemû tedbîr girtine.

Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
Li Dêrazorê wergirtina genim dest pê kir
4 hezîran, 2024   18:02
DÊRAZOR

Ji 1'ê Gulana Hezîrana 2024'an ve Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Dêrazorê dest bi wergirtina genim ji cotkatan kir. Ji bo wê jî navendên wergirtinê û embargehên ku tê de heta 140 hezar ton genim tê bicihkirin, amade kirin.

Ji bo wergirtinê 2 navend hatin amadekirin. Ew jî navenda Eşra û navenda Sewamê yên herêma Meamil. Ji bo wergirtina genim jî rojane saet ji 7' sibehê heta 9'ê êvarê navend vekirî ne. Tê pêşbînkirin ku rojane li herdu navendan nêzî 700 ton werin wergirtin.

Şîrketê diyar kir ku wergirtin dê li gorî gelek qonaxan be. Di serî de dore li nivîsgehên taybet ên cotkaran were qutkirin. Piştre belgeyên pêwîst û belgeya derbasbûna erebeyê were dayîn. Piştre bar tên pîvan û di odeyên taybet de genim tê taqîkirin.

Şîrketê destnîşan kir ku ew ê heta dawiya werza çinînê ya îsal wergirtina genim bidomîne.

(mh)

ANHA