Li Dêrikê 2 şewat hatin vemirandin

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyan 2 şewatên li gundewarê Dêrikê vemirandin.

Li Dêrikê 2 şewat hatin vemirandin
4 hezîran, 2024   19:41
QAMIŞLO

Li gundê Şikir Xacê yê li başûrê Dêrikê û gundê Carodiyê yê li rojhilatê Dêrikê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Li gorî nûçegihanê me, tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyan her du agir vemirandin.

Di encama şewatan de 15 donim zeviya genim li gundê Şikir Cacê û 10 donim zeviya genim li gundê Carodiyê şewitîn.

(fr)