Hemas: Di operasyona Nisêrat de 3 dîlgirtî hatin kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku di operasyona rizgarkirina dîlgirtiyan ku artêşa Îsraîlê li kampa Nisêrat de pêk aniye 3 dîlgirtî hatin kuştin.

Hemas: Di operasyona Nisêrat de 3 dîlgirtî hatin kuştin
9 hezîran, 2024   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketaib El Qesam a girêdayî Hemasê ragihand ku di operasyona rizgarkirina dîlgirtiyan ku artêşa Îsraîlê duh li kampa Nisêrat a penaberan de pêk aniye 3 dîlgirtî, yek ji wan amerîkayî ye hatin kuştin.

Berdevkê leşkerî yê Ketaib El Qesam Ebû Ubêde duh daxuyandibû ku artêşa Îsraîlê li kampa Nisêrat sûcekî şer pêk anî û bi wê re karî hin dîlgirtiyên xwe rizgar bike û hin jî hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wê di operasyona li kampa Nisêrat a li Xezayê de 4 dîlgirtî rizgar kirin. Ew kes ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve dîlgirtî ne. Di endama operasyona Îsraîlê de 274 welatî hatin kuştin û 698 kes birîndar bûn.

Ebû Ubêde anî ziman ku dê êrişên Îsraîlê xeteriyeke mezin li dîlgirtiyên wan çêke û bandoreke neyênî li rewş û jiyana wan pêk bîne.

(fr)