6 namzet ji bo serokatiyê Îranê hatin qebûlkirin

Meclisa Sazkirina Destûrê ji nav 80 bernamzetan, 6 namzet hilbijartin da ku beşdarî hilbijartinên seroketiya Îranê bin.

6 namzet ji bo serokatiyê Îranê hatin qebûlkirin
9 hezîran, 2024   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn îro ragihand ku Meclisa Sazkirina Destûrê ya Îranê ji nav 80 bernamzetan, 6 namzet qebûl kirin. Hilbijartin 28ˊê Hezîranê li dar dikevin.

Di lîsteya dawîn de navên girîng tune ne wek serokê berê Mehmûd Ehmedî Necad, serokê berê yê parlamentoyê Elî Larîcanî û cîgirê bajarê Tebrîzê û wezîrê berê yê Wezareta Tenduristiyê Mesûd Bizişkiyan.

Namzetên ku meclisê ew hilbijartine serokê parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbav, sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî Seîd Celîlî, şaredarê Tehranê Elî Riza Zakanî, serokê Saziya Şehîdan û Şervanên Dêrîn Emîr Hisên Qafî Zade Haşimî û wezîrê berê yê karên hundirîn Mustefa Bor Mihemedî.

Di hilbijartinên 2021'an de desteyê ji nav 592 bernamzetan tenê destûr da 7 kesan û gelek kesayetên çaksaz û serbixwe dûr xistin.

(mh)