Çalakvaneke Sûdanê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn nirxand

Çalakvaneke Sûdanî di dozên ciwanan û jinan de li ser girîngiya lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê axivî û banga lidarxistina konferanseke jinên ciwan ji bo lêkolînkirina stratejiyeke hevbeş kir.

Çalakvaneke Sûdanê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn nirxand
9 hezîran, 2024   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li paytexta Lubnanê Beyrûtê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li dar ket. Di roja 1'yemîn de bal li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîna ciwanan, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan hat kişandin. Îro jî mijara konferansê rola ciwanan di rûniştandina fikrê jiyana hevbeş de û yekkirina enerjiyên ciwanan ji bo parvekirina piştgiriyê bû.

Di konferansê de 21 rêxistinên ciwanan beşdar bûn. beşdaran destnîşan kir ku lidarxistina konferansê têkiliyên di navbera ciwanan de xurt dike û wan li gel paşguhkirina rola ciwan û jinan de ji hev ve nêz dike.

Nûnera ciwanên Sûdanê Şadya Ebdulmunêm ku di konferansê de beşdar bû li ser girîngiya lidarxistina konferansê di demeke wiha de axivî û got: "Ev konferans girîng e, ji ber ku ew têkiliyên di navbera ciwanan de xurt dike, nexasim ku di salên borî de tu hevgirtin û nîqaş ji bo dozên hevbeş ên ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê nehatin pêkanîn. Ev konferans ji bo girêdana ciwanan û jinên ciwan bi hev ve destpêkeke baş e. Her wiha ew derfetek e ku piştgirî ji ciwanên cîhanê re bê dayîn."

Şadya diyar kir ku dê konferans bi xwe re ciwanan xurt bike û bihêle ew bi biryaran de beşdar bûn û got: "Ji bo jinên ciwan jî ev konferans girîng e. Ji ber ku jinan êş di şerên heyî de dikişînin, bi taybet şerê li Sûdan, Kurdistan û Filistînê."

Şadya banga lidarxistina konferanseke taybet a jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir da ku tê de stratejiyeke hevbeş ji bo jinan were nîqaşkirin û guhertineke bingehîn di hişmendiya baviksalarî de were pêkanîn.

Dê di dawiya konferansê de encamnameyeke girêdayî ciwanên herêmê were aşkerakirin.

(mh)

ANHA