Heftename: Rola neyênî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê didome

Dewleta Tirk rola xwe ya neyênî li Sûriyeyê didomîne û hewl dide şerê navxweyî ya Sûriyeyiyan gur bike, her wiha tevgerên ji bo avakirina hikumeta Lubnanê zêde dibin, li aliyekî din jî Trump bi îsrar e filistîniyan ber bi Misir û Urdinê ve koçber bike.

Heftename: Rola neyênî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê didome
2 sibat, 2025   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Sûriyeyê, rola neyênî ya dewleta Tirk a dagirker, pêşdeçûnên siyasî li Lubnanê û doza koçberkirina filistîniyan kiribû.

DEWLETA TIRK ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYEYÊ GUR DIKE

Rojnameya El Ereb ku agahiyên xwe dispêre çavdêran diyar kir ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê naxweze bi QSDˋê re şer bike, ji ber ku dizane wê bi civata navneteweyî re nexasim bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re rû bi rû bimîne. Rêveberiya nû li Sûriyeyê hîna di rewşa hestiyar de ye û di aliyê danehevkirina hundirîn de li beramber gelek astengiyan e. Li aliyekî din jî rêveberiya nû ya li Sûriyeyê nikare li hember zextên Tirkiyeyê li ber xwe bide.

ELXELÎC: HIKÛMETEKE LIBNANÎ DI RÊ DE YE

Rojnameya El Xelîc di gotara xwe ya serekede behsa derengxistina avakirina hikûmeta Lubnanê kir û nivîsî: "Tirs hebû ku aloziyên siyasî derbikevin û rê li ber avakirina hikûmetê bigirin, ji ber agahiyên ku behsa dûrxistina pêkhateya Şîî dikirin, lê belê serokwezîrê destnîşankirî ev mijar çareser kir û piştrast kir ku ew naxwaze ti kesî dûr bixe yan jî bide aliyekî, ji ber ku pergala Lubnanê taybetmendiya xwe heye û tu aliyek dê nikaribe "vetoyê" li ser kesî ferz bike. Bi vî awayî dawî li van tirsan hat û tê texmînkirin ku avakirina hikûmetê hêsan be, lê tevî şêwir û danûstandinên ku Selam li gel bask û aliyên siyasî yên curbicur kirin û tevî ku her kesî ragihand ku ti şert û mercên wan di derbarê dabeşkirina postên wezîran de nînin, lê eşkere bû ku hinek alî hene ji bo hin postên wezîrtiyê bi dest bixin, zextê dikin. "

‘GELO DÊ ÇOLA NEGEVÊ JI KOÇBERKIRINÊ RE BIBE ALTERNATÎFEK?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser israra serokê DYA’yê Donald Trump a koçberkirina filistîniyan ber bi Qahîre û Emanê ve. Rojnameyê destnîşan kir ku pêşniyara Trump hîna ji aliyê Misir, Urdun û welatên Ereban ve tê redkirin. Hat bibîrxistin ku "serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî pêşniyar kir ku filistînî ji herêmên wan ên dagirkirî ji bo Çola Negevê bêne veguhastin."

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Di navbera israr û axaftina li ser Çola Negevê de, nûnerê Trump ji Qahîre û Emanê xwest eger pêşniyara Trump red bikin, dikarin alternatîfan peyda bikin. Pisporan ji Şerq El Ewsat re jî got, israra Misirê ya redkirinê û lêgerîna li çareseriyên din ên wekî avakirina dewleteke serbixwe li beramberî hewldanên din ên DYA û îhtîmala qebûlkirina pêşniyara Çola Negevê, dê bi demê re diyar bike.”

(fr)