Fermandarê CENTCOMê: Em ê hêzên Amerîkî Li Xezayê bicih nekin

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê piştî serdana xwe ya Xezayê, diyar kir ku Washington hêzên xwe li wir bicîh nake. Armanca serdana wî nîqaşkirina rêkeftinên aramiya piştî şer û avakirina navendeke hevrêziya sivîl-leşkerî ye ji bo piştgiriya pêkanîna plana aştiyê.

Fermandarê CENTCOMê: Em ê hêzên Amerîkî Li Xezayê bicih nekin
11 cotmeh, 2025   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku wî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff serdana baregeheke leşkerî ya Îsraîlê li Xezayê kirin.

Brad Cooper diyar kir ku ev serdan ji bo nîqaşkirina aramiya piştî şer e û teqez kir ku Washington wê hêzên Amerîkî li Xezayê bi cih neke.

Amîral Brad Cooper li ser hesabê xwe yê X’ê nivîsand ku wî di serdana xwe de li ser avakirina "navendeke hevrêziya sivîl-leşkerî" ya bi serokatiya Fermandariya Navendî ji bo "piştgiriya aramiya piştî pevçûnê" nîqaş kiriye.

Ji bo çavdêriya agirbesta li Xezayê li gorî plana aştiyê ya Serok Donald Trump, 200 leşkerên Amerîkî bo Îsraîlê hatine şandin.

Her wiha artêşa Amerîkayê wê karê hêzeke pirnetew ya li Xezayê bi cihbûyî hevkariyê bike, ku muhtemelen hêzên ji Misir, Qeter, Tirkiye û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî jî di nav de ne.

Cooper di destpêka Tebaxê de wekî serokê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku fermandariya leşkerî ya berpirsiyarê Rojhilata Navîn e, hate destnîşankirin.

(ac/k)

ANHA