Li gundewarê Îdlibê endamekî hêzên hikûmeta veguhêz hat kuştin

Endamekî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê başûrê Îdlibê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li gundewarê Îdlibê endamekî hêzên hikûmeta veguhêz hat kuştin
11 cotmeh, 2025   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Maarat El Numan, li başûrê Îdlibê, çenkarên nenas gule li endamamekî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê barandin û ew kuştin.

Di 24`ê Îlonê de jî, li ser rêya di navbera bajarokên El Ydduda û El Mizêrîb li gundewarê Derayê, di encama êrişeke çekdarî de endamekî hêzên hikûmeta veguhêz hatibû kuştin.

(k)