Li dijî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê êrişa şaneyeka çeteyan a li dijî benda wê ya kontrolê têk bir.

Li dijî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş
11 cotmeh, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 kesên girêdayî şaneyên terorîst ku li ser motorsîklêtê bûn, duh êrişî benda kontorlê ya hêzên wan a li bajarokê Kisrayê kirin. 

Fermandariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişê dan û êrişkar neçar man birevin. 

Fermandariyê daxuyand ku di êrişê de tu zerar li hêzên wan nebûye û diyar kir ku piştî êrişên hêzên wan ji bo lêgerîna li şaneyê dewriyeyan meşandine. Her wiha ragihand ku dê ji bo mîsogerkirina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber hewldanên têkbirina istiqrara herêmê tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê girtine.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir dê ku erka xwe ya parastina welatiyan û ewlehiya herêmê bidomîne.

(bb)