Panorama Hefteyê: Geşedanên li Sûriyeyê û pêşketinên şerê Îran Amerîkayê

Di hefteya der basbûyî de geşedanên li Sûriyeyê di bin desthilata hikumeta veguhêz de, her wiha geşedanên şerê Îran û DYA`ê û rewşa li Tengava Hurmuzê, bû mijara medyaya Erebî.

Panorama Hefteyê: Geşedanên li Sûriyeyê û pêşketinên şerê Îran Amerîkayê
3 gulan, 2026   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî hefteya derbasbûyî der barê rewşa li Sûriyeyê, kirîza hikumetê li Iraqê û geşedanên girêdayî Tengava Hurmuzê nivîsîn.

‘SÛRIYE DI BIN KEVANA ‘DADGERIYA VEGUHÊZ’ DE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de medyaya Sûriyeyê nivîsî ku girtina sûcdarê "Komkujiya Tadamûnê" mijara "dadgeriya veguhêz" ji nû ve vejandiye. Di vê pêvajoyê de giranî li ser sûcên rejîma berê ye, lê binpêkirinên komên opozîsyonê paşguh dikin. Girtina Amjad Yûsiv, çend sal piştî aşkerakirina sûcê wî di raporekê de ku ji hêla The Cardinals ve hatiye weşandin, rihetiyeke giştî derxist holê, lê di heman demê de pirsên li ser veşartina berpirsyariya hin kesayetên din derxist holê.

Her çend desthilata veguhêz hewl dide gavên xwe yên darizandina kesên têkildar de nîşan bide jî, rexneyên li ser bêcezatiyê zêde bûne, bi taybet ku navê çend kesayetên rêveber di nav komên çekdar de derket ku ji darizandinê hatine dûrxistin.

Çavdêr dibêjin ev nêzîkatî dikare baweriya bi "edaleta veguhêz" lawaz bike û birînên qurbaniyan nepêçayî bihêle.

TAYÎNKIRINA EL ZEYDÎ KRÎZA AVAKIRINA HIKÛMETÊ LI IRAQÊ KÛRTIR DIKE

Eojnameya El Ereb a li Londonê nivîsî ku tayînkirina Elî El Zeydî ji bo avakirina hikûmetê nayê wateya çareserkirina krîza siyasî, lê belê tê wateya ketina qonaxek tevlihevtir de ku bi belavkirina hêzê di navbera aliyên rikber de ve girêdayî ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hevsengiya hêzê di navbera DYA`ê û Îranê de berdewam dike ku siya xwe davêje ser rewşa Iraqê, û avakirina hikûmetek aram bi toreke tevlihev a zextên navxweyî û derveyî ve girêdayî ye.

‘TEHRAN ÇAWA LI NAKOKIYA XWE YA BI WASHINGTONÊ RE DINÊRE?’

Rojnameya Independent Arabia nivîsî ku têkiliya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ber bi statuyeke "bê şer û bê peyman" ve diçe ku tengezarî hinekî kêm dimînin bêyî ku bibin pevçûneke berfireh an çareseriyeke dawîn.

Tê texmînkirin ku her du alî li ser bingeha zexta aborî, zêdebûna leşkerî ya sînorkirî û dan û standinên nerasterast, nakokiyeke dirêj bi rê ve dibin. Di vê çarçoveyê de, Tehran hewl dide kanalên xwe yên dîplomatîk berfireh bike tevî gumanên xwe yên li ser niyetên Washingtonê, di heman demê de qebûl nake ku di bin zextê de bikeve dan û standinan.