Ciwanên Efrîn û Helebê: Çareseriya aloziyan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan e

Ciwanên beşdarî meşa li Şehbayê bûn, diyar kir ku dê sala 2024'an bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re dê pirsgirêkên cîhanê bên çareserkirin.

Ciwanên Efrîn û Helebê: Çareseriya aloziyan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan e
Ciwanên Efrîn û Helebê: Çareseriya aloziyan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan e
Ciwanên Efrîn û Helebê: Çareseriya aloziyan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan e
31 kanûn, 2023   03:40
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. 

Beşdarên meşê têkildarî meşê ji ajansa me re axivîn.

Emîne Hec Ebdo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ye û wiha got: "Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên tevahî cîhanê ye. Em ê heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Oclanan çalakiyên xwe bidomînin. Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêber Apo.”

Her wiha ciwanê ji Helebê Reşîd Mihemed jî diyar kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan ciwan dê her tim li qadan bin.

Ciwana ji Helebê Hêva Bekir jî destnîşan kir ku sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêber Ocalan û sala aramiyê û wiha anî ziman: “Tank û topên dewleta Tirk a dagirker nikarin vîna ciwanan têk bibin. Rêya çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e.”

ANHA