Endamê Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê: Serxistina agirbestê girêdayî mîsogerkirina mafên Kurdan e

Endama Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê Yûsif Zade diyar kir ku serxistina agirbestê li Sûriyeyê girêdayî mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan, bi taybetî jî yên Kurdan e.

Endamê Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê: Serxistina agirbestê girêdayî mîsogerkirina mafên Kurdan e
23 ÇILE, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê û konsolosê berê yê Misirê yê New Yorkê Yûsif Zade têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û agirbestê ji ajansa me re axivî.

Yûsif Zade diyar kir ku serxistina agirbestê li Sûriyeyê girêdayî mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan, bi taybetî yên pêkhateya Kurd e.

Yûsif Zade bal kişand ser helwesta Misirê û got: “Misirê piştgiriyê dide çareseriyên siyasî û vebijêrka leşkerî red dike. Misir agirbesta li Sûriyeyê hatiye ragihandin pêşwazî dike, ev yek dide diyarkirin ku Misirê îstiqrarê ji bo Sûriyeyê û yekparebûna xaka wê dixwaze. Her wiha rola wê wek aliyekî erebî yê berpiryar ku dixwaze dawî li şer were û atmosfera çareseriyê amade bibe, piştrast dike.”

Zade bal kişand ser vê yekê ku divê mafên Kurd ne bi daxuyaniyên giştî lê di destûreke zelal û garantiyên siyasî de werin mîsogerkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Pêdiviya pêkhateya Kurd bi naskirina qanûnî ya tevahî mafên wê yên siyasî, çandî, beşdariya saziyên dewletê heye. Ev yek metirsiyên paşguhkirinê yên ku di dîrokê de kom bûne, ji holê radike."

Zade diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne ewlehî ye, lê belê pirsgirêka maf û welatîbûnê ye, divê were qebûlkirin ku bandora biryardar di vê mijarê de hîn jî di destê hêzên navneteweyî yên çalak de ye.

Yûsif Zade di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola entegrasyona siyasî ya Kurd di xurtkirina yekbûna dewleta Sûriyeyê de û got: "Belê, entegrasyona siyasî ya adilane yekbûna dewletê xurt dike, metirsiyê li ser çênake. Dûrxistin jî rê li ber parçebûnan vedike. Lê beşdariya nîştimanî ya li ser esasê maf û wekheviyê ji welatekî pirreng re mertalê ewlehiyê ye."

Zade bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya agirbesteke mayînde û wiha domand: "Pirsgirêk pir û bi girêk in. Di serî de garantiyên navneteweyî nîn in. Pirsgirêka din berjewendiyên nakok ên hêzên herêmî û navneteweyî yên ku di şerê Sûriyeyê de beşdar in. Hin aliyên girêdayî aloziyê bi tenê bi çavekî ewlehiyê li mijarê dinêrin. Eger pirsgirêk bi rêyên siyasî yên giştî yên li ser esasê beşdarî û wekheviya di mafan de neyên çareserkirin dê agirbest sîst bimîne û dibe ku di her kêliyekê de hilweşe.

Yûsif Zade anî ziman ku pêşwazîkirina agirbestê ji aliyê Ereban û Misirê ve derfeteke siyasî ya girîng e, lê eger bi garantiyên destûrî û tevkariyeke rasteqîn ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, di serî de Kurd di projeyeke nîştimanî ya giştî entegre neke, dê neyê temamkirin.

(b)