Şêniyên Dirbêsiyê: Em li ser xaka xwe ne, vebijêrka me berxwedan e

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li kêlek şervanên xwe sekinînin, parastina ax û hebûna xwe dikin û got: "Em li ser xaka xwe ne, berxwedan vebijêrka me ye."

Şêniyên Dirbêsiyê: Em li ser xaka xwe ne, vebijêrka me berxwedan e
23 ÇILE, 2026   06:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Di çarçoveya êrişên li ser gelên herêmê, bi taybetî gelê Kurd, şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê yên tev li seferberiya giştî bûn, ku ax û hebûna xwe biparêzin diyar kir ku ew ê bi axa xwe ve girêdayî bin û berxwedana xwe li kêleka hêzên xwe dewma bikin.

Fatme Mihemed teqez kir ku ev beşdarbûn di çarçoveya seferberiya giştî de tê ku ji bo parastina deverê hate ragihandin, Kurd îro li hemberî qirkirinekê ne, ji ber vê yekê ew tev li seferberiya giştî bûn ji bo berxwedana xwe berdewam bikin û li gel hêzên xwe bisekinin.

Fatme diyar kir ku berxwedana hêzên wan moralên wan bilind dikin û ew tu carî di tu deverê de gav bi paş de neavêjin û cih û warên xwe bernadin, hikumeta demkî û dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) niha hemdestek in li hemberî Kurdan.

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Ereb piştrast kir ku gelê Kurd îro biryara xwe ya zelal a berxwedanê daye û teqez kir ku şehîd her tim di dilê wan de ne û tu carî nayên jibîrkirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd îro li ser axa xwe li rûyê dijminekî de disekinin ku bi hemû hêza xwe êriş dike, lê ew dijmin dê nekare îradeya wan bişikîne.

Ebdurehman Ereb diyar kir ku ew ê bimînin û berxwedana xwe bidomînin û ev peyam got: “Yan jîneke birûmet an jî mirina birûmet li ser axa xwe''. Abdelrehman teqez kir ku ew ê di tu şert û mercan de axa xwe bernedin. Her wiha hemû endamên civakê, ji ciwanan bigire heya mezin, li dijî dijmin yekgirtî rawestiyan.

Sîham Mihemed Elî sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran xwe û teqez kir ku divê hêzên leşkerî bizanin ku gel li gel wan e û wan nahêle, divê hêzên wan serbilind bimînin, ji ber ku ew parastina ax û rûmetê dikin.

Sîham anî ziman ku piştî van hemû fedakarî û xwîna şehîdan a ku ji bo parastinê hatiye rijandin, ew ê axa xwe neterikînin û destnîşan kir ku dijmin rehmê nas nake.

Bedriya Ehmed Xelîl diyar kir ku gel, bi hemû cihêrengiya xwe, bi helwesteke yekgirtî ji bo parastina ax û hebûna xwe tev li seferberiya giştî bûne, her kes, ji ciwan bigire heta mezinan, li dijî êrişan yekgirtî radiweste û amade ye ku bi hemû rêbazên berdest xaka xwe biparêze.

Bedriyayê got dewleta Tirk bi berdewamî êrişî deverên Kurdan kiriye, bûyerên heyî berdewama seferberiyeke gel a domdar in, ku gel şev û roj li ber xwe dide û her erkê xwe yê xweparastinê bi cih tîne. Planeke zelal a dijmin ew e ku gelê Kurd ji cih û warê wî derxe, lê ev hewldan wê bi ser nekevin.

(ac/fr)

ANHA