'Em bi dorpêç û birçîkirinê tune nabin'

Welatiyên Kobanê diyar kir ku berxwedana şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê siyasetên hikumeta Şamê vala derxin û piştgiriya xwe ji şêniyan re nîşan da.

'Em bi dorpêç û birçîkirinê tune nabin'
12 ÇILE, 2024   03:42
KOBANÊ

Hikumeta Şamê li dijî kantona Efrîn û Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêçeke giran dide meşandin, nahêle derman û sotemenî ji bo van herdu herêman derbas bin.

Şêniyên kantona Firatê li hember siyasetên hikumeta Şamê nerazîbûna xwe nîşan da û piştgiriya xwe ji bo şêniyên wan herêman nîşan da.

Welatiyê bi navê Hecî Mihemed got: “Em dorpêça hikumeta Şamê û siyasetên wê yên birçîkirinê yên li dijî şêniyên me yên li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi carekê qebûl nakin û red dikin. Armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê ew e ku şênî li hember Rêveberiya Xweser rabin.”

Mihemed wiha domand: "Tevahî gelê Sûriyeyê yek e. Em amade ne ji bo şikandina dorpêçê her tiştê pêwîst pêşkêş bikin û em dorpêça li ser herêmeke Sûriyeyî red dikin û em ê bi yekitî û hevgirtina xwe dorpêçê bişikînin."

Mihemed Receb jî got: "Li şûna dorpêçkirina şêniyan pêwîst bû li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekniya û gelê herêmê biparasta. Pêkhateyên herêmê hemû kiryarên hikumeta Şamê red û şermezar kirin. Ew kiryar bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e."

Receb wiha zêde kir: "Em gelekî ku li ser xaka Sûriyeyê dijîn û em ê li hemher dijminên xwe û dorpêça li ser şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê jî bibin yek; ji ber ku ev dorpêç dorpêça li dijî hemû gelên herêmê ye."

Esed Ebod jî got: "Em tev dizanin rejîma Sûriyeyê çi dixwaze. Daxwaza wê hin tawîzan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire. Kiryarên wê dermirovî û derexlaqî ne bi rêya dorpêç û birçîkirinê hewl dide sedsaliya parçekirina Kurdistanê nû bike."

Ebod wiha pê de çû: "Rejîma Sûriyeyê bi tevkariya dewleta Tirk a dagirker hewl dide komkujiyên xwe yên li dijî şêniyên herêmê bi taybetî gelê Kurd nû bike, ji ber wê jî armanca dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê yek e, ew jî qirkirina gelan e."

Girêdayî heman mijarê, Xaliye Bekî dorpêç şermezar kir û got: "Gelê me bi dorpêç û birçîkirinê qir nabe, em tev li pişta şêniyên Şehbayê ne û em ji wan re dibêjin serkeftin ji her demê nêzîktir e."

(mh)

ANHA