Ronakbîrên ji Rojhilata Navîn li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn

Hemwextî salvegera Komkujiya Yekemîn a Parîsê, Navenda Lêkolînan a Aton li paytexta Misirê Qahîreyê xelekeke nîqaşê li ser jiyana jina têkoşer Sakîne Cansiz li dar xist.

Ronakbîrên ji Rojhilata Navîn li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn
Ronakbîrên ji Rojhilata Navîn li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn
Ronakbîrên ji Rojhilata Navîn li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn
11 ÇILE, 2024   22:34
QAHÎRE

Di rûniştinê de siyasetmedar û ronakbîrên ji seranserî Rojhilata Navîn beşdar bûn. Di serî de mamosteyê dîroka nûjen û serdemê Dr. Mihemed Rifet El Îmam got: "Sakîne Cansiz ji dayikbûnê heta siûqastkirinê nimûniyeke bêhempa a têkoşîn û girêdana bi dozê re ye."

El Îmam wiha domand: "Sakîne Cansiz di rojnivîsên xwe de mîrasa Kurdî ya Zerdeştî û girêdana bi xakê û agir, her wiha çandên hatine û nûjen bi hev ve girê da. Şerên mêtingeriyê yên berê têkçûyîn bi hilweşandina dewletê û dûre dîlgirtina jinan ve girê dide. Ew her du nîşaneyên têkçûyîna aliyê dijber bûn."

Nivîskara rojnamegerî û endama Însiyatîfa Muenes Salim Şeyma El Şewaribî jî wiha axivî: "Di jiyana şehîd de gelek gotin hebûn, mal tijî xêr bû, tijî germbûn bû, di navbera malbata dayik û bav û malbata bav de pirsgirêk hebû, wê malbata bavê xwe wek malbateke belengaz û ya dayika xwe jî wek malbateke bi rewşeke baş nîşan dida û serê xwe bi bavê xwe serbilind bû û nîşan dida çawa dayika wê serwer bû, her wiha bal kişandibû ser cihê jinan di civaka Kurdî de ku çawa bi sedema wê pevçûn li kolanan çêdibûn, ku piştre ew dizewice da ku taybetmendiyên jina zewicî di nav civakê de bi dest bixe. Her wiha Sakîne behsa piştgiriya birayê xwe ya teşwîqkirina têkoşînê kir."

Nivîskar û rojnamevan Fatin Subhî behsa zanabûna Sakîne, xwendin, çewisîna polîsan, çûyîna wê ber bi Almanyayê ve kir.

Hevseroka Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanî ya Ewropayê (KNK) Zeyneb Murad diyar kir ku 9'ê Çileya 2013'yan e ji bo jinên Kurd û gelê Kurd bi tevahî rojeke biêş e, ji ber ku di wê rojê de têkoşer Sara û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hedefgirtin û got: "Ew hişmendiya ku ew hedef girtine heman hişmendiya ku destek daye çeteyên DAIŞ'ê jinên Êzîdî di 2014'an de li Şengalê qetil bikin û birevînin, heman heman mijar jî ji bo jinên li Efrînê ji 2018'an de tên kirin."

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya li Misirê Leyla Mûsa diyar kir ku Sakîne Cansiz nimûneya jinên Kurd ên têkoşer bû û jiyana wê cihê jinan di civaka Kurd de nîşan dide.

Lêkolera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Herêmî Fernaz Etiye destnîşan kir ku cudahî di navbera femînîzm û jineolojiyayê de ew e ku femînîzm li ser nakokiya di navbera zilam û jinan de ye, lê belê jineolojî li ser hevbeşiya zilam û jinan e.

Di xeleka nîqaşê de gelek kesayetan li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

(mh)