Piştî baranê kurman barê cotkaran giran kir

Cotkarên kantona Cizîrê hemwextî barîna baş a baranê bi pirsgirêkeke din re rû bi rû man, ew jî belavbûna kurman e, ew kurm ji ber nepabendbûna cotkaran bi dewreya çandiniyê û nebûna pêlên qeşayê derdikevin.

Piştî baranê kurman barê cotkaran giran kir
Piştî baranê kurman barê cotkaran giran kir
Piştî baranê kurman barê cotkaran giran kir
Piştî baranê kurman barê cotkaran giran kir
12 ÇILE, 2024   04:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Di werza payîzê û destpêka werza zivistanê de li deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gor sala borî ku ji ber kêmbûna baranê bandor li berhemên çandinî û ajalan hat kirin, baran baş bariya.

Saziyên têkildarî karûbarên çandiniyê yên kantonê dan zanîn ku rêjeya barîna baranê ya îsal heta niha gihîşt 183 mîlîmetre ku sala borî heta meha Kanûnê nêzî 40 mîlîmetre bû.

Bi vê rêjeya baş a baranê, hêviya cotkaran bi mewsimeke baş mezin bû, lê belê ji ber derketina kurman û belavbûna wan ji sedî 20 li zeviyên genim û ceh cotkar bi zehmetiyek nû ya rû bi rû ne.

Herêma Aliya, herêmeke li bakurê navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û hin gundên bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye. Li wê herêmê bi dehan gund hene ku bi dewlemendiya axê û xweşiya xwezayê û pirbûna av û kaniyên xwe tê naskirin.

Li gorî pisporan, kurmê genim cûreyekî kurman e ku li nav zeviyên genim û ceh derdikeve û bandoreke rasterast li rehên giyayan dike û sedema derketina wan ew e ku cotkar pabendî dewreya çandiniyê nabin.

Cotkarê ji gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa Kadar Beşîr ji ajansa me re wiha got: "Ji 15 salan ve ez di çandiniyê de dixebitim û salane ez nêzî 150 hêktaran diçînin. Di 3 salên dawîn de ji ber kêmbûna baranê min gelek zirar kir, lê belê îsal baran baş bû û min 250 hêktar çandin. Lê belê tirsa min ew e ku kurm li nav zeviyên me belav bibin, eger wiha bibe em ê zirareke mezin bikin."

Beşîr destnîşan kir ku wan rêbazên klasîkî ji bo têkbirina kurman bi kar anîn; wek ku pezê xwe li nav zeviyên xwe biçêrînin, lê belê ji ber belavbûna zêde ya van kurman êdî ev rêbaz jî bi kêr nayê, ji ber wê jî pêwîstî bi dermanan heye.

Cotkarê ji gundê Girkê Mora Şêxmûs Şebîb wiha got: "Derketina van kurman me metirsîdar e. Kêfxweşiya me bi baranê temam nebû, ji ber ku tu qeşa çênebû da ku kurman bi dawî bike û pê re bandor li çandiniya me jî dike. Ji ber wê jî pêwîst e Gerînendetiya Çandiniyê dermanan peyda bike û çavdêriyê li dermanxaneyên çandiniyê bike ku dermanan keysbaz nekin."

Rûbera giştî yên zeviyên çandiniyê li navçeya Çilaxa 210 hezar hêktar û ya zeviyên çandiniyê yên rêxistinkirî yên îsal 73 hezar û 13 hêktar in, ji wan hezar û 900 hêktar avî ne.

Girêdayî wê, hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Çilaxa Kamîran Omer ji ajansa me re got: "Baran baş bariya, lê belê belavbûna kurman bandor li zeviyên herêmê kir. Ji ber ku kurm reh û koka giyayên genim û ceh dixwin."

Kamîran diyar kir ku sedema derketina van kurman ew e ku cotkar pabendî dewreya çandiniyê nebûn, her wiha qeşa jî çênebû.

Der barê dermanên pêwîst ji bo têkbirina kurman de Omer got: "Em rewşa zeviyan di vê demê de dişopînin û em ê dermanan ji bo cotkaran peyda bikin û nexweşxaneyên çandiniyê bişopînin."

(mh)

ANHA