Ekrem Hiso: Em hewil didin kongreyeke neteweyî li dar bixin

Endamê Konseya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso destnîşan kir ku tevî astengiyên hêzên dagirkerên Kurdistanê jî, ew hewil didin kongreyeke neteweyî li dar bixin û ev dê serkeftina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bibe piştgiriyeke mezin.

 Ekrem Hiso: Em hewil didin kongreyeke neteweyî li dar bixin
4 ÇILE, 2026   11:48
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) duh (3 Çile) li Qamişlo bi sernavê "Pêwîstiya yekrêziya Kurdistanê, xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna guhertinên pêşbînkirî yên siberojê li herêma Rojhilata Navîn", semînerek da.

Piştî semînera ku li ser girîngiya yekîtî û bandora wê ya li ser pêşerojê hat rawestîn, Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso ku di heman demê de Endamê Komîteya Rêveber a KNK`ê ya Rojava ye, ji ANHA`yê re axivî.

Ekrem Hiso ku semîner bi rê ve dibir, diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo serkeftina Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdan rêyê ronîkirinê nîşan dide.

Ekrem Hiso destnîşan kir ku KNK hewil dide li ser esasê konferansa 26`ê Nîsanê (Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, 26`ê Nîsana 2025`an li Qamişlo hatibû lidarxistin) kongreyeke neteweyî li ser asta Kurdistanê li dar bixe.

Ekrem Hiso derbarê pêkanîna vê kongreyê de ev agahî dan: “Ev kongre wê bi beşdarbûna hemû siyasetmedar, partiyên siyasî, kesayet û çalakvanan pêk were, bi beşdarbûna wan em ê karibin komîteyekê derxînin. Ev komîte di vê dema zor û zehmet de, wê gelê Kurd û dosyeya Kurdan li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi serbixîne, Kurdan bighîne mafê wan.”

Ekrem Hiso da zanîn ku dema pêkanîna kongreyê hîn nehatiye diyarkirin, ji bo vê babetê kar û xebateke mezin pêwîst dike û ev tişt anîn ziman: “Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de ev yek pêk were, me hîn dest pê nekiriye, lê ketiye rojeva me.”

Ekrem Hiso diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê hewil didin pêkanîna kongreyê asteng bikin û got: “Lê ev kongre ti carî nayê bibinxistin û çawa konferansa 26`ê Nîsanê bi ser ket, dê ev kongre jî bi serbikeve.”

Ekrem Hiso da zanîn ku yekîtiya Kurdî wê ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” piştgiriyeke mezin be, pêvajo jî ji bo yekîtiya Kurdan piştgiriyeke mezin e. Hem avakirina yekîtiyê hem jî meşandina pêvajoyê wê Kurdan li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bighînin mafê wan.”

(a)

ANHA