Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir

Meclisa Aborî û Çandiniyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 2 firinên nanên navendî li bajarên Hecîn û El Furatê vekirin, di heman demê de dest bi avakirina yek jî li bajarê El Sûsa kir.

Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
Li Hecîn û El Furatê 2 firinan dest bi xebatê kir
4 ÇILE, 2026   11:50
DÊRAZORÊ

Di destpêka Cotmeha sala derbasbûyî de, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê qonaxa yekem a projeyek ji bo sererastkirina avahiyên firinan li bajarên El Furat û Hecînê da destpêkirin. di vê qonaxê de, yek jî hatin sererastkirin û ji nû ve avakirin.

Di 26`ê Kanûna 2025`an de, Firina piştî ku ard hat peydakirin, dest bi hilberîna nan kirin. Her firin rojane bi qasî 10 hezar kîsên nan çêdike û heftê 5 rojan dixebite, ku hewcedariyên Sedî 60`ê şênyên her du bajaran pêk tîne.

Şênyên Hecîn û El Furatê di salên dawî de ji ber nebûna Firinan  giştî û bihayên bilind ên nan li firinên taybet, gelek êş û zehmetî kişandine.

Di heman demê de, Meclisa Aborî ya Dêrazorê dest bi avakirina Firinêk navendî li bajarê El Sûsayê kir. Cihê projeyê hate hilbijartin û bingehên avahiya 360 metreçargoşeyî hatin danîn.

Biryar e ku xebatên avakirin û peydakirina alavan dê 2 mehan bidome, piştî vê yekê nanpêjxane dê bixebite, bi armanca ku bi tevahî pêdiviyên gund û bajarokên derdorê pêk bîne.

Meclisa Aborî û Çandiniyê diyar kir ku xebitandina her du Firin û destpêkirina avakirina ya sêyemîn, beşek ji planeke berfireh e ji bo baştirkirina xizmetên giştî û zêdekirina aramiya aborî li herêmê.

(k)