Li Venezuelayê 40 kes hatin kuştin, Konseya Ewlekariyê dicive

Li gorî medyaya amerîkî di êrişa li Venezuelayê de herî kêm 40 kes hatine kuştin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawîn yên li Venezuelayê civînek awarte li dar dixe.

Li Venezuelayê 40 kes hatin kuştin, Konseya Ewlekariyê dicive
4 ÇILE, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya amerîkî, di êrişên DYA’yê ya sibeha şemiyê (3 Çile 2026) ya li ser paytexta Venezuela Caracasê de herî kêm 40 sivîl û leşker hatine kuştin. 

Li ser daxwaza hikumeta Venezueleyê de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro civîneke awarte li dar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Venezueleyê Iván Gil  daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û daxuyand ku welatê daxwaza civîneke li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye. Gil got, Konseya Ewlekariyê berpirsê mîsogerkirina rêzgirtina li hemberî qanûna navneteweyî ye.

Rojnameya New York Times ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Venezuelayî ragihand ku di encama êrişên DYA’yê  de bi dehan kes mirin. Tora NBC News jî destnîşan kir ku artêşa Venezuelayê li helîkoptereke amerîkî ya ku êrişî dikir xist. Di encamê de hin leşkerên amerîkî birîndar bûne.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump duh operasyoneke berfireh li Venezuelayê pêk anîbû. Operasyon bi girtina serokê Venezuelayê Maduro û jina wî bi dawî bû. Hate îdiakirin ku dê Maduro û hevjîna wê ji bo darizandina bi tohmetên têkildarî "narko-terorîzmê" veguhêsin DYA’yê. Serokê Venezuelayê ev tohmet kiribûn.

 Ajansa Reutersê ragihand ku balafira ku Maduro tê de bû gihîştiye New Yorkê.

(b)