Di êrişên li ser Xan Yûnis û Refehê de 17 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnis û Refehê yên Xezayê de 17 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xan Yûnis û Refehê de 17 kes hatin kuştin
7 hezîran, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Filistînî, di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser bajarên Xan Yûnis û Refehê yên başûrê Xezayê de 17 kes hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê vê sibehê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê êrişî konên koçberan kirin û di encama êrişê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kes birîndar bûn. Ajansê da zanîn ku ji kuştiyan dê û bav û du zarokên wan hene.

Heman ajansê destnîşan kir ku di gulebarana artêşa Îsraîlê ya li nêzî navenda belavkirina alîkariyan a li rojavayê bajarê Refehê de jî 5 welatî hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Li gorî daneyan, ji 27’ê Gulana îsal ve hejmara kesên êrişên Îsraîlê yên li ser welatiyên ku hewl didan alîkariyan werbigirin bû 115, zêdetirî 580 kes birîndar bûn û 9 kes winda bûne.

Parastina Sivîl a Fîlîstînê jî aşkera kir ku ji roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de di êrişên Îsraîlê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.

(bb)