Li Idlibê 20 qezayên trafîkê: 9 mirî, 50 birîndar

Li  Idlibê di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de gelek qezayên trafîkê çêbûn. Hate diyarkirin ku di encama van qezayan de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.

Li Idlibê 20 qezayên trafîkê: 9 mirî, 50 birîndar
7 hezîran, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajar û gundewarê Idlibê di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de 20 qezayên trafîkê çêbûn. 

SOHR’ê diyar kir ku di van qezayan de 9 kesên di navbera 15-20 salî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.

SOHR’ê da zanîn ku qezayên bi rêya motorsîklêtan çêbûne û diyar kir ku "Qeza ji ber leza zêde, ajotina bi şev a di tarîtiyê de, ajotina ji aliyê zarokên nexwedî ruxsetên pêwîst ên ajokariyê ve rû dane."

(bb)