7 kesên dizî û şêlandin dikirin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn  7 kes ku bi çekê dizî û şêlandin dikirin, hatin girtin.

7 kesên dizî û şêlandin dikirin hatin girtin
14 hezîran 2024   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Hesekê 7 kesên ku bi hêza çekê dizî û şêlandin dikirin, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Dijî Tawanan, piştî bidestxistina delîlan, şeva Pêncşemê (13’ê Hezîranê) operasyonên serdegirtinê li cihên ku gumanbar xwe lê vedişartin pêk anîn.

Di daxuyaniyiê de hate diyarkirin ku di operasyonên i gundên Sirîn û Sebiha Sikûr hatin pêkanîn de 7 kes hatin girtin ku destên wan di bûyerên şêlandin, dizî û serdegirtina çekdarî de hene hatin binavçkirin. Her wiha ragihandin ku miqdareke çek û teqemeniya bi wan re jî hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêpirsîna bi kesên  hatine girtin re dewam dike, piştre dê sewqî dadgehê bên kirin

(bb)

ANHA