Metranê Cizîr û Firatê dijî êrişên dagirkeriyê bang kir

Metranê Cizîr û Firatê yê metraniya Ertodoks a Suryaniyan got, dewleta Tirk a dagirker tevahî pîvanên olî û mirovî  binpê dike. Mitran xwest êrişên dewleta Tirk tavilê werin rawestandin.

Metranê Cizîr û Firatê dijî êrişên dagirkeriyê bang kir
31 kanûn, 2023   06:37
HESEKÊ
SÎBELCAN-HENAR ÎBRAHÎM

Hemwetî pîrozbahiyên Cejna Neolê dewleta Tirk a dagirker ji 23′yê Kanûnê ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di encama êrişan de 10 welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Her wiha zirarên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyan, avahî û cihên stratejîk bûn.

Der barê êrişên li dijî herêmê de Metranê Cizîr û Firatê yê metraniya Ertodok a Suryaniyan Mar Morîs Amsîh wiha got: "Îsal ji salên berê cudatir bûn; ji ber ku şer li tevahî cîhanê heye û hemû etnîkên gel dike hedef. Ev şer dûrî mirovahî ne, mîsaq, pergalên navneteweyî û tevahî mafên mirovan binpê dike."

Amsîh anî ziman ku dewleta Tirk a dagirekr di armancên xwe yên têkbirina gelên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam e û wiha domand: "Dewleta Tirk ketober kargeh, saziyên aborî û nexweşxaneyan dike armanc, da ku binesazî û jêderên jiyanê yên herêmê wêran bike. Êrişên wê tu cudahiyê naxin navbera pêkhateyekê."

′DEWLETA TIRK MIROVAHIYÊ NAS NAKE′

Metran Amsîh diyar kir ku êrişên dewleta Tirk, hedefkirina rêbazên jiyanê yên welatiyan, hedefkirina xizmetguzarî û welatiyên herêmê êşên nû li êşên sûriyeyiyan zêde dibe û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane didomîne . Di roja cejna Noelê de êriş dike.. Êşên gelê Sûriyeyê mezin in û dewleta Tirk mirovahiyê nas nake."

′EM BI HÊVÎ NE KU AŞTÎ MISOGER BIBE′

Mar Morîs Amsîh di dawiyê lava ji gelê Sûriyeyê û koçberan re kir û got: "Em bi hêvî ne di sala bê de ewlehî û aştî li tevahî Sûriyeyê pêk bê. Her wiha em bi hêvî ne herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.  Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin."

(fr)

ANHA